Gel berxwedêrên gireva birçîbûnê tenê bernade
- 12:39 17 Kanûn 2018
- Rojane
MEXMÛR - Greva birçîbûnê ya ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, li Mexmûrê dest pê kir ket roja xwe ya duyemîn.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya gireva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja xwe ya 40'an. Ji bo piştgiriya Leylayê li Mexmûrê jî çalakiya gireva birçîbûnê dest pê kir û ket roja xwe ya duyem. Gelek kes çûn serdena 15 çalakgerên ku dest bi gireva birçîbûnê kirin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan çalakgerên ketine gireva birçîbûnê ziyaret kirin û piştigiriya xwe ya ji bo wan anîn ziman.