'Gel ji zilmê direvin'
- 09:14 17 Kanûn 2018
- Rojane
Lîlav Elî
ŞEHBA - Li navçeya Şêrawa ya Kantona Şehbayê li gundê Ziyaretê ji ber pêdiviyên koçberên ji Efrînê kampeke nû ya bi navê Kampa Vegerê hat vekirin.
Li Navçeya Şêrewa ya Kantona Şehbayê ji ber ku hejmara koçberan zêde dibin kampek nû ya bi navê Kampa Vegerê hat avakirin. Gelên ku ji Efrînê ji zilmê direvin li Kampa Vegerê bi cih dibin. Kampa Vegerê de nêzî 85 kon hatine vegirtin û 15 malbatên ku di dikan û mizgeftan de bi cih bûbûn niha li vir bi cih bûne. Derbarê vê yekê de Rêvebira Kampa Vegerê Semîra Abdul-Rehman got:"Piştî dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê êrîşî herêma Efrînê kirin û dagir kirin bi sed hezaran gel koçî Kantona Şehbayê û Navçeyê Şêrewa bûn, her wiha di demsala havînê de li Navçeya Şêrewa malbetên ku di dikan û mizgeftan de dijiyan bi zehmetî ba jî dikarîbûn jiyana xwe berdewam bikin, lê belê bi hatina zivistanê jiyan gelek dijwar bû û me pêdivî dît ku em kampek nû ava bikin."
'Heta ji destên me tê em hewl didin ku alîkariya gel bikin'
Di berdewamiya axaftina xwe de Semîreyê wiha got:" Ev kamp beriya du mehan amadekariya wê hate kirin. Di kampê de 85 kon hatine vedan û 15 malbet tê de dijîn, lê belê hejmara malbetan roj bi roj zêde dibe. Pêdivîyên jiyanî bandorek mezin li ser gel dike. Lê gel mecbûr dimînin û ji zilma çeteyên Efrîn dagir kiriye direvin. Heta ji destên me tê em hewl didin ku alîkariya gel bikin. "
'Dîroka me hilweşandin'
Her wiha jina bi navê Xedîce Eloş ya ji gundê Meşalê ya navçeya Şerayê wiha got:" Bi dagirkirna Efrînê re dewleta Tirk a dagirer û komên girêdayî wê hemû mal û milkên me talan kirin, dîroka me hilweşandin û diziyan, keda me ya bi salan li pêşiya çavên me şewitandin, bi dagirkirina Efrînê re xwestin ku gelê Kurd qir bikin. Bila Erdogan baş zanibe ku gelê kurd tu carî nayê têk naçe bi berxwedan û tekoşîna xwe em ê bighînin serkeftinê."
'Serkeftin dê ya me be'
Di dawiyê de Xedîce wiha got:" Ev 8 meh in di encama hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê de em ji axa xwe dûr ketin e lê tu caran em ê serî ji dijmin re netewînin, berxwedanan ku me li Efrînê li hember topan daye nîşandan em niha di nav serma, zehmetî û çadiran de berdewam dikin. Baweriya me bi şervanên azadiyê heye ku wê Efrînê ji çeteyan rizgar bikin. Serkeftin dê ya me be."
'Em ê berxwedana xwe heta dawiyê bidomînin'
Jina bi navê Zêneb Hesen ya ji gundê Beradê ya Navçeya Şêrewayê jî wiha got:"Xwedê ji Erdogan ne razî be, zarokên me li pêşiya çavên me qetil kir, malên me talan kir û bi darê zorê me koç kir, lê bila baş bizanibe ku em wek jinên têkoşer hêza me heye. Em niha di Kampa Vegerê de bi cih bûne. Rêveberiya xweser li gor derfetên di destê wan de alîkariya me dikin. Em ê berxwedana xwe di nav êş û zehmetiyan de heta kêliya dawiyê bidomînin."