Li Ebexê piştî qeyûm hatin gund hatin jibîrkirin
- 09:10 17 Kanûn 2018
- Rojane
WAN - Şaredariya DBP’ê ya Ebexê ji bo gundan gelek xebat dabûn destpêkirin lê piştî qeyûm hatin tayînkirin şûnde hemû rê di nava axê de man. Jinan diyar kirin ku ew şaredariyên xwe yên hilbijartibûn şûnde dixwazin.
Li navçeya Ebex a Wanê piştî qeyûm tayînî şaredariya DBP’ê bû şûnde gund hatin jibîrkirin. Jinên li gundê Salman a Jor dijîn, diyar kirin ku tu rayedar nayên gundên wan û derbarê hewcedariyên wan de tu xebat nayên meşandin. Jina bi navê Denîz Dagdemîr a li gund dijî bi lêv kir ku tevî ku gundê herî mezin ê navçê ye, gund wêran bûye û wiha got: “Piştî dest danîn ser şaredariya me gundê me têk çû. Beriya qeyûm em bi şaredariyê re di têkiliyê de bûn. Piştre wisa bû. Hewcedariyên me naynin cih. Li Ebexê 99 gund hene û gundê herî qerebalix yê me ye. Li vir tu xebat nayê meşandin.”
Em şaredariya xwe dixwazin
Denîzê di berdewamiyê de destnîşan kir ku riya ku DBP’ê çê dikir, piştî qeyûm nîvco maye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zivistanê li vir pir baran dibare. Ji ber vê her der di axê de dimîne. Şaredarê me soz dabû. Got wê li gund firinê çê bike. Cihê şuştina xaliyan wê çê bikira. Lê piştî qeyûm her tişt nîvco ma. Em şaredariya xwe şûnde dixwazin.”
Seher Elma û Ayşe Demîr jî bi lêv kirin ku ew êdî ji qeyûm tu tiştî napên û got beriya qeyûm şaredariyê her hewcedariya wan pêk dianî lê niha tu kes riya xwe bi gundê wan naxe.