8 kesên ku li Colemêrgê hatine binçavkirin bi biryara girtinê sewqî dadgehê kirin
- 17:38 6 Kanûn 2018
- Rojane
COLEMÊRG-Di dema serdegirtina malan de 8 kes hatibûn binçavkirin. Li midûryeta emniyetê îfadeyên 8 kesan hate girtin.Sibê dê 8 kes sewqî dadgehê bên kirin.
Li Colemêrgê jî polîsan bi ser gelek malan de girt û 8 kesên ji bo piştgirtiya çalakiya Leyla Guven ketibûn greva birçîbûnê binçav kirin. Di serdegirtina malan de Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Colemêrgê Zeynep Kaya, Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Colemêrgê Nuriye Aktaş, Hevserokê Rêxistina DBP’a Navçeya Geverê Nevzat Kaya û rêveberên partiyan Şehrîban Acar, Keskîn Erol, Recep Aktaş, Necîp Coşkun û Nurettîn Atsiz hatibûn binçavkirin. Piştî ku li Midûriyeta Emniyeta Colemêrgê îfadeyên 8 kesan hate girtin bi biryara girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Sibê dê 8 kes sewqî dadgehê bên kirin.
Her wiha hate zanîn ku 8 kesên ji bo ku bi ketina greva birçîbûnê piştgirî dane çalakiya Leyla Gûven hatine binçavkirin.