Li Kantona Şehbayê Kongreya Star daxuyanî da
- 17:24 6 Kanûn 2018
- Rojane
ŞEHBA - Derbarê girtina Navendên Tevgera Azadiya kurdistanê li bajarê Sulêmaniyê ya girêdayî Başûrê Kurdistanê, Kongreya Star li kampa Berxwedan ya li kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê kiryarên QDP'ê di girtina navendên Tevgera Azadiyê kurdistanê şermezar kirin û bangawaziya YNK'ê kirin ku li hember vê biryarê bisekinin.
Di daxuyaniyê de Jinên kampa Berxwedan , Yekîtiya Jina Azad ya Kantona Şehbayê û Kongireya star beşdar bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama KPC'ê Roni Muhemed ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha bû:
"Di rewşa ku îro derbas dibe rewşeke giran û hesase li ser gelê rojhilata navîn û gelê kurd bi tayîbet dijmin komploya xwe dewam dike li ser vî gelî siyaseteke qirêj, perçebûn, qirkirin dimeşîne.
Wek îro bandora sîstema QDP'ê li ser YNK tê meşandin ne kêmtirî faşîzma AKP'ê ye. Ji ber ku siyaseta AKP ne tenê di başûr de ye di heman demê de di Bakûr, li Efrînê û li her derê ku gelê ku xwedî li keda xwe derdikeve tê meşandin. Doh li Efrînê bû îro li başûr sibe jî li Rojhilat e.
Ji ber wê yeke hemû Navendên Partiya Azadiya Kurdistanê tên giritn. Em nerazîbûna xwe nîşan didin û şermezar dikin.L hember siyaseta qirêj ya ku tê meşandin.
Em wek jinên berxwedanan serdemê bangewaziya me ya ji bo hemû jinên başûrê kurdistanê heye ku rabin li ser piyan û nerazîbûna xwe nîşan bidin, li hember sîstema perçebûnê bisekinin. Ji ber ku her tim jin yekbûnê û aşîtiyê dixweze.Êdî bese ji qirkirin, belavbûn û perçebûnê re."
Daxuanî bi dirûşmeyên" Bê Serok Jiyan nabe" Bijî berxwedana Efrînê" û "Bijî berxwedana Serdemê" bi dawî bû.