Li Êlihê û li Mûşê çalakiya parlamenteran bi dawî bû
- 13:45 6 Kanûn 2018
- Rojane
ÊLIH/MÛŞ - Çalakiya greva birçîbûnê ku ji aliyê parlanenterên HDP'ê ve li gelek bajaran hatibû destpêkirin bi dawî bûn. Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başarn bang li îktîdarê kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan bi dawî bike û ji bo azad bimîne şert û merc bên sererastikirin.
Çalakiya Greva birçîbûnê ya ku parlamenterên HDP2ê ji bo pitevaniya bi çalakiya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvn ku di roja 29'emîn de berdewam dike ji bo 3 rojan dabûn destpêkirin bi dawî bû.
Êlih
Parlamentera Êlihê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Mehemt Ruştu Tirkyakî ku ji bo 3 rojan greva birçîbûnê dabûn destpêkirin çalakiya xwe bi daxuyaniyekê bi dawî kirin. Di daxuyaniya ku li salona Avahiya HDP'ê ya grev lê hat kirin hat dayîn de Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî amade bûn.
'Divê Abdullah Ocalan azad bê hiştin'
Ayşe ya ku daxuyanî xwend diyar kir ku wan ji bo piştevaniya bi çalakiya Leyla Guven re ku di rojên kritîk de berdewam dike çalakî dane destpêkirin û xwestin bi vê helwesta xwe balê bikişînin ser çalakiya Leyla Guven. Ayşe di dawîyê de wiha got: "Ez li vir carekedin bang li îktîdarê dikim; bila Îmralî bê hilweşandin û Abdullah Oclan azad bimîne."
Mûş
Li Mûşê jî parlamenterê HDP'ê Mensur Işik li Avahiya HDP'ê ya Bajêr çalakiya xwe ya ku ji bo 3 rojan dabû destpêkirin bi daxuyaniya ku ji çapemeniyê re da bi dawî kir.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de Mensur wiha got: "Krîza aborî û cakî ku li Kurdistan, Tirkiye û li Rojhilata Navîn berdewam dike wê bi dawî bibe. Em wekî HDP û gelên li Kurdistanê, dixwazin ku tecrîda li ser Abdullah Oclan bê bidawî kirin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ku pirsgirêka demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin. Me ev daxwaza xwe bi piştevaniya ku da Leyla Guven jî anî ziman."
Çalakî bi çepikan bi dawî bû.