Parêzerên Abdullah Oclan serlêdana hevdîtinê kirin

  • 12:58 6 Kanûn 2018
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi armanca bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin cara 770’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca biçin Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind Îmraliyê û bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzerên Ocalan Cengîz Çiçek, Faîk Ozgur Erol û Abdülmecit Yildirim, cara 770'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Abdullah Ocalan, Cengiz Yureklî, Mazlum Dinç û Raziye Turgut jî bi armanca bi muwekilên xwe re hevdîtin bikin Sêşema bori serlêdan kiribûn. Lê serlêdana wan jî hat redkirin. 
 
Parêzer ji 27'ê Mijdara 2011'an heta niha 769 caran serlêdan kirin. Serlêdanê parêzeran bi hincetên “Muxalefeta hewayê heye", “Keştî xerabe ye", “Keştî di tamîrê de ye" û “OHAL” heye  hatin redkirin.