Li Şirnexê greva birçîbûnê: Bi helbest û govendê di roja 3'emîn de didome
- 12:34 6 Kanûn 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Çalakiya greva birçîbûnê ya parlamenterên Şirnexê ku ji bo piştevaniya bi çalakiya Leyla Guven re dabûn destpêkirin di roja 3'emînm de bi piştevaniya gel berdewam dike.
Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê di 8'ê Mijdarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger kiribû. Ji bo pişevaniya bi çalakiya Leylayê re parçlamenterên HDP'ê yên Şirnexê jî ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya parlamenteran bi piştevaniya gel a bi helbest û govendê di roja 3'emîn de berdewam dike.
Li gel dorpêçê piştevaniyek mezin
Îro parlanteran bi meşê dest bi çalakiya xwe ya ku ji aliyê gel ve rastî elqeyeke mezin tê kirin. Parlamenteran bi yelekên ku liser wan nivîsa "Leyla Guven gel e, divê tecrîd rabe" yên sipî meşiyan û piştre mêvanên xwe pêşwazî kirin. Ligel dorpêça polîsan a avahiya HDP'ê ku berdewam dike gel parlamenterên xwe tenê nehiştin û salan vala nekirin.
Grevb bi xwendina helestan û bi govendê berdewam e
Duh parlameneterên ku li gel erbaneyê û bi setranan dawî li roja duyem a çalakiya xwe naîn, îro jî bi xwendina helbestan dest bi roja 3'emîn kirin.
Çalakî bi daxuyaniya ku wê saet di 16.00'an bê dayîn de bê bidawîkirin.