Rêveberiya girgtîgehê pêdiviyên girtiyan asteng dike

  • 12:13 6 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - Ji bo girtiyên ku li girtîgeha Tîpa T ya hejmar 2 a Tarsusê ketine gireva birçîbûnê dayîna ava fêkî û vîtamîna ku divê bistinin tê astengkirin.
 
Girtiyên li girtîgeha Tîpa T ya hejmar 2 ya Tarsûsê ji bo piştevaniya bi çalakiya Greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin ketin gireva birçîbûnê hat ragihadin ku pêdivya wan a bi ava fêkî û vîtamê ji aliyê girtîgehê ve tê astengkirin.  Hat diyarkirin ku tenê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve av, xwê û şekir tê dayîn.
 
Girtiyan bi riya telefonê ji xizmên xwe re ragihandin ku dema wan dibin nexweşxaneyê jî li wan tekmîl û tevgera leşkerî tê ferzkirin û girtiyên ku vê qebûl nakin jî nabin nexweşxaneyê. Derbarê vê binpêkirina mafan de xizmên girtiyan serî li Komeleya Madafên Miroan (ÎHD) ya Amê dan û alîkariya hiqûqî xwestin.