Derbarê girtiyên ketin greva birçîbûnê de lêpirsîn hat vekirin

  • 11:44 6 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - Derbarê 10 girtiyên li Girtîeha Tîpa T ya Duzceyê de ji ber ku ketin greva birçîbûnê lêpirsîn hat vekrin.
 
Greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 29'emîn de û ya girtiyên siyasî ku ji bo piştevaniya bi çalakiya leylayê re dabûn destpêkirin jî di roja 10'emîn de berdewam dike.
 
 Li girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê ku greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger ku berdewam dike, hat diyarkirin ku rêveberiya girtîgehê derbarê 10 girtiyên ku ketine grevê de lêpirsîn daye destpêkirin. Girtiyên ku bi riya telefonê bi malbatên xwe re axivîn, diyar kirin  ku derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û ger ku tecîrda li Îmraliyê bi dawî nebe wê hemû girtiyên li girtîgehan det bi grevê bikin.