Hejmara nû ya Kovara Zendê derket

  • 11:38 6 Kanûn 2018
  • Rojane
STENBOL - Hejmara 26'an a Kovara Zend ku li ser ziman, wêje, dîrok, çand û folklora kurdî xebatên xwe dike derket. Hejmara Zend bi naverokak têr û tije li ber destê xwîneran e. 
 
Hejmara 26'an a Kovara Zend a weşana Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê derket. Kovar bi naverokek têr û tije gihîşt ber destê xwîneran.  Di vê hejmarê de gelek gotarên der barê ziman, wêje, dîrok û folklora kurdî de cih digirin. Xebatkarên kovarê ji xwîneran xwest kovarê bixwînin û jê nemînin û gotin “Lêkolîn bi kurdî xweş e!”