Zeyneb Celaliyan daxwaz kir ku parêzerê wê bê berdan

  • 10:20 6 Kanûn 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan bi nameya ku şande daxwaz kir ku 
 
Parêzerê girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan, Emîr Salar Dawidî, ji aliyê hêzên Îtlaata Îranê ve hate binçavkirin. Emir şandine girtîgeha Ewîn ya Tehranê. Hêzên Îtlaatê li mal û navenda karê Dawidî lêgerîn kiriye û dest danîne li ser gelek dosyayên giliyan.
 
Girtiya Kurd Zeyneb Celaliyan ku 11 sal e girtî ye, li ser binçavkirina parêzerê xwe nameyek vekirî şand. Di nameya Zeyneb de bang li Rêxistina Mafê Mirovan û Sendîkaya Parêzeran dike û dibêje, “ Divê bi her awayek hewl bidin ev parêzerê parastina mafê mirovan dike, serbest were berdan. Nabe ku kesek ji bo azadî û hevkariya hinek din hewl dide, weke tawanbar were destgirtin. Eger hûn destûr bidin kesên weke Emîr weke tawanbar werin dîtin û li beramber vêya de bêdeng bimînin, wê yên din jî li helwesta we binêre û wê kesek din ji bo parastina mafê kesên din erk negirin.
 
Emîr Salar (37) heya niha parêzeriya gelek girtiyên siyasî yên Îranî kiriye.