'Divê em destûrê nedin ku kesek gelê Kurd parçe bike'
- 09:18 6 Kanûn 2018
- Rojane
Rûken Goman
GIRKÊLEGÊ - Di derbarê girtina navendên Tevgera Azadî û RJAK'ê Berdevka Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Ayhan Mûrad got:"Girtina partiyên me yên li Başûrê Kurdistan rê li pêşiya yekîtiya kurdan digire. Ev jî xizmeta dijmin dike. Divê em destûrê nedin ku kesek nikaribe ku gelê Kurd parçe bike û biçewisîne."
Di derbarê girtina navendên Tevgera Azadî û RJAK'ê Berdevka Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Ayhan Mûrad got:"Bi daxwaza dewleta tirk saziyên jinan ên ku li dijî tundiya jinê têdikoşin û mafê hemû civakê diparêzin tên girtin. Helwestek wiha nayê qebûlkirin. Tu kes nikare vîna jinê bide çewisandin û dê tekoşîna me bidome."
'Girtina saziyan xizmeta siyaseta tunekirinê dike'
Ayhanê wiha got:"Tevgera Azadiyê û saziyên jinan li Başûrê Kurdistanê ji aliyê YNK'ê ve hat girtin. Ev yek xizmetê ji tunebûna Kurdan dike. Girtina saziyan xizmeta siyaseta tunekirinê dike. Dem dema yekîtî û wekheviyê ye. Ji aliyê dijmin ve têra xwe zext û zilim li me tê kirin. Divê em jî zilmê û zextan li xwe nekin. Heta ku em xwedî li destkeftiyen xwe û hebûna xwe dernekevin em ê her dem bi êrîşên dijmin rû bi rû bimînin. Li dijî lîstikên dijmin divê em yek bin."
'Girtina saziyan êrîşa li dijî vîn û îradeya jina azad e'
Ayhanê destnîşan kir ku jin bi salan e têkoşîna azadiyê didin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Girtina saziyan êrîşa li dijî vîn û îradeya jina azad e. Jinên ku bi salan e li dijî zilm û çewisandinê têkoşîna azadiyê didin divê tenê nên hiştin. Girtina partiyên me yên li Başûrê Kurdistan rê li pêşiya yekîtiya kurdan digire. Ev jî xizmeta dijmin dike. Divê em destûrê nedin ku kesek nikaribe ku gelê Kurd parçe bike û biçewisîne. Bi daxwaza dewleta tirk saziyên jinan ên ku li dijî tundiya jinê têdikoşin û mafê hemû civakê diparêzin tên girtin. Helwestek wiha nayê qebûlkirin. Tu kes nikare vîna jinê bide çewisandin û dê tekoşîna me bidome. Divê partiyên li Başûr li dijî biryarên ku yekîtiya Kurdan parçe dikin bisekinin. Xizmetê ji lîstikên neyarên xwe re nekin. Ez bang li hemû jinên Başûrê Kurdistanê dikim ku li dijî girtina saziyên ku ji jinê û ji civakê xizmetê dike bisekinin."