Bi berhemên herî xweşik giyanê didin çanda kurd

  • 09:01 6 Kanûn 2018
  • Çand û Huner
Zeynep Durgut
 
COLEMÊRG - Ji berê û heya niha li Kurdîstanê jinan bi karên destan berhemên herî xweşik derxistine holê û bi vî awayî çanda kurd parastine.  Hacer Engîn ji zarokatiya xwe heta niha bi çêkirina karên destan mijûl e. Hacerê anî ziman ku  ji bo ev çand wenda nebe ew ê heta dawiya temên xwe bi berdewamkirina vê çandê mijûl be. 
 
Li Kurdîstanê ji demên berê heta niha jinan bi çêkirina poşî, parzîn, şûtik û  xurcikan çanda kurd daye jiyin û  çanda kevnare  heya roja me ya îro anîne. Dayika Hacer Engîn bi salane bi  çêkirina poşiyan, xurçikan, şûtik û parzînan hem debara xwe dike, hem jî destûr nade ku çanda kevnar wenda bibe. Hacerê  diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe heta niha bi pêşxistina çanda berhemên destan mijûl e û got ku divê jin destûr nedin ku çanda kevnar wenda bibe. 
 
'Ji zarokatiya xwe de bi  vî karî mijûl im'
 
Hacerê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê li dijî hemû zehmetiyan dev ji çêkirina karên destan berneda  û got ku çanda berê watetir bû û wiha axivi;” Ez ji zarokatiya xwe heta niha bi çêkirina pazîn,şûtik,xurçik û poşiyan re mijûl im. Gava ku em li gund bûn her em berhemên destan çêdikirin. Me bi çêkirina berhemên bi destan hem debara xwe dikir û hem jî berhemên herî xweşik derdixistin holê. Piştî ku gundên me hatin valakirin, em ji neçarî hatin bajaran. Lê piştî ku em hatin bajêr jî min karê xwe berdewam kir. Min dev ji vê xebatê berneda. Niha di vê odeyê de ez  tenê hilberîna karên destan dikim û ev ode min bi berhemên xwe xemilandiye.”
 
‘Karê destan sebrê dixwaze’
 
Hacerê anî ziman ku çêkirina van berheman kedek mezin dixwaze û got ku ew hem debara xwe pê dike hem jî çanda jinên kurd ya bi salane dide jiyîn û wiha got:”Ez destpêkê rengê herî xweşik dibijêrim û piştre dest bi kar dikim. Ji bo ku berhemên herî xweşik mirov derxîne holê, pêdivî bi rengên herî xweşik  heye. Çêkirina karên destan bi rastî pir zehmet e. Ev kar kedeke mezin û sebirê dixwaze. Çêkirina parzînekî rojan derbas dike. Ev parzîn ji berê de ji aliyê bêrîvanan de ji bo parzinandina şîrê pez û zarokan dihat bikaranîn. Li herêma Colemêrgê ev çand bi salane hebûna xwe didomîne. Poşiyên ku  aîdê vê herêmê ne li tu deveran nayên dîtin. Di demên berê de gava ku jinek bê poşî dihat dewetê tu kesî ji wê re rêz nedigirt. Ji ber ku jinan bi poşiyên xwe dawet dixemilandin û çanda wan bû. Rengên ku di poşiyan de dihatin bikaranîn ji wan sebolên xweşik dihatin çêkriin û cihê kêfxweşiyê bûn.  Ji ber wê poşî li cem me pir bi wate ye.  Niha jî ev çand berdewam e." 
 
‘Heta dawiya temenê xwe ezê vê çandê bidim jiyîn'
  
Hacerê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ê heta dawiya temenê xwe xwe vê çandê bide jiyîn û wihaa axaftina xwe bidawî kir:” Gava ku ez berhemên bi destan çêdikim ez xwe aram hîs dikim. Ev kar min ber bi bîranînên berê de dibe. Ji ber wê ev kar ji bo min gelek bi wate ye.  Em bi saya vê çandê heta roja îro hatine. Her xweşî û nexweşî bi van berheman  re zindî bûne. Di van berheman bi karanîna rengan jî xwedî wate ye. Ji ber wê jî divê her jin di berdewamkirina vê çandê de xwe berpirsiyar bibîne.”