Gelê Kobanê li dijî tecrîdê daketin qadan

  • 14:59 5 Kanûn 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Bi dîrûşma "Tecrîdê Bişkînin Faşîzimê Hilweşînin Kurdistanê Azad Bikin" gelê Kantona Kobanê daketin qadan.
 
Bi pêşengtiya Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan îro saet  di 12.00'an de bi dîrûşma "Tecrîdê Bişkînin Faşîzimê Hilweşînin Kurdistanê Azad Bikin" bi sedan şêniyên Kantona Kobanê, endamên sazî û dezgehan meş li dar xistin. Li Qada Jina Azad perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwendin. Meşê ji qada jina azad dest pê kir. Di meşê de dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" hat berzkirin. Pankarta "Azadiya Rêber Apo Azadiya Mirovahiyê ye" û alên saziya malbatên şehidan hatin hilgirtin. Meş heta qada Şehîd Egid dewam kir. Piştî deqeyek rêzgirtin axaftin hatin kirin. Li ser navê saziya malbatên şehidan Ayşe Efendi û li ser navê Gelê Bajarokê Sirînê Hesen Elî Şêx axivîn. 
 
Ayşeyê da zanîn ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û got ku divê demildest tecrîd bê rakirin. 
 
Meş bi dirûşma "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.