Çalakiya greva birçîbûnê li Rihayê jî berdewam dike
- 14:28 5 Kanûn 2018
- Rojane
RIHA - Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Aliye Kizildamar, dema ku xwest bikeve avahiya HDP'ê ji aliyê polîsan ve hat xwestin ku nasnameya wê di GBT'ê re bê derbaskirin.
Çalakiya Greva birçîbûnê ku ji bo piştevaniya bi çalakiya Hevseroka Kongerya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamenetera DHP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji aliyê parlamenterên Rihayê li avahiya HDP'ê ya Rihayê hat lidarxistin di roja 2'emîn de berdewam dike.
Partîzanên ku ji bo piştevaniyê tên serdana grevê ji aliyê polîsan ve di lêgerîna GBT'ê re tên derbaskirin. Polîsên ku li ber avahiya HDP'ê rawestiyan ji bo Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Aliyê Kizildamar jî pêk bînin. Li ser berteka Aliye di navbera polîsan û Aliye de niqaş derket.