Li Şirnexê greva birçîbûnê di roja 2'emîn de berdewam dike

  • 12:29 5 Kanûn 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Çalakiya Greva birçîbûnê ya parlamenterên Şirnexê ku ji bo piştevaniya bi çalakiya Leyla Guven re dan destpêkirin di roja duyemîn de berdewam dike. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo pişteavaniya bi çalakiya Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Leyla Guven ku ev 28 roj e li djî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê daye destpêkirin ya parlamenterên Şirnexê Nuran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz û Hasan Ozguneş di roja duyemîn de berdewam dike. Çalakiya ku bi govend û straran berdewam dike duh heta nîvê şevê ji aliyê gel ve serdana wê hat kirin.
 
Çalakî wê sibe jî berdewam bike û bi daxuyaniya ku ji çapemeniyê re bê dayîn wê bidawî bibe.