5'ê Kanûnê Roja Mafên Jinan: Divê mafên me tenê li ser qaxizê nemînin
- 09:03 5 Kanûn 2018
- Rojane
Rengin Azizoğlu
WAN - Endama OHP'ê Parêzer Dilan Kunt Ayan anî ziman ku mafên jinan ên ku hatine bidestxistin divê tenê li ser qaxizê nemînin û got ku ji bo ev mafana têkeve meriyetê divê hewl bê dayin.
5'ê Kanûnê Roja Mafên Jinan ji bo pirsgirêkên jinan di rojevê de derkeve pêş û ji bo derbarê mijarê de cudahiyek pêk were û ji bo çareseriyan girîng e. Li Tirkiyeyê jî di 5'ê Kanûna 1934'an jin bûn xwediyê mafê hilbijartinê û di 1935'an de 18 parlamenter hatin hilbijartin. Ji wê rojê heta niha 5'ê Kanûnê li Tirkiyeyê wekî "5'ê Kanûnê Roja Mafên Jinan" tê qebûlkirin. Endama Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) û endma Komisyona Mafên Jinan a Buroya Wanê Parêzer Dilan Kunt Ayan derbarê mafên jinan û êrîşên li ser mafên jinan nirxandin kir.
'Em ê mafên xwe yên ku me qezenc kirine nedin tu kesekî'
Dilanê got:"Bi salan e ku li dijî mafên jinan êrîşên mezin hene. Zagona 6284'an ji bo parastina mafên jinan girîng e lê di demên dawî de êrîşên mezin li dijî vê zagonê hene. Di pêvajoya herî dawî nafaka jî di rojevê de cihekî girîng girt. Em ê mafên xwe yên ku me qezenc kirine nedin tu kesekî. Mafên jinê tenê li ser qaxizê tê hiştin. Mafên jinan ên parastinê ji destên wan tên girtin. Divê jin û civak hemû ji bo parastina mafan bên perwerdekirin. Divê em hemû jin bi hemû hêza xwe bixebitin û têbikoşin. Divê em zagona xwe ya 6284'an a herî xurt dîtbar bikin. Dema ku qayyim hat tayinkirin hemû saziyên jinan hatin girtin. Ji bo em mafên jinan bi wan bide naskirin û biparêzin divê em hemû bi hev re têbikoşin."
'Em ê parêzkariya mafên jinê bikin'
Dilanê da zanîn ku êrîşên li dijî maf û destkeftiyên jinan didome û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Heta 5'ê Kanûna sala bê hedefa me ya yekem parastina mafên jinan e. Em qebûl nakin ku mafên jinan ên ku hatiye bidestxistin tenê li ser qaxizê bimînin. Em ê heta dawî mafên jinan biparêzin û li dijî hemû êrîşan bisekinin."