Jinên di greva birçîbûnê de hatin derbkirin

  • 16:20 4 Kanûn 2018
  • Rojane
XARPÊT- Fîdan Karadag got li Girtîgeha Xarpêtê dem abi keça xwe re hevdîtin dikir keça wê û du hevalên wê rastî êrîşa 20 gardiyanan hatin. 
 
Girtiya bi navê Remziye Karadag 9 meh berê ji Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T ya Rihayê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê hat kirin. Dayika Remziye, Fîdan Karadag çû hevdîtina keça xwe. Fidan Karadag got dema wê hevdîtinê bi keça xwe re dikir keça wê û du hevalên wê ji aliyê gardiyanan ve hatin derbkirin. 
 
Fidan anî ziman ku keça wê jî li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûye û duh ji bo wê bibîne çûye hepsê. Karadag diyar kir ku ji ber cezayên dîsîplînê piştî 4 mehan keça xwe dîtiye û got: “Kesên li derve ji bo deng derbixin lazim e girtî jiyana xwe ji dest bidin gelo? Keça min û hevalên xwe dimirin. Divê em bi her awayî xwedî li wan derkevin. Ez banga hestiyariyê dikim ku her kes xwedî li girtiyan derkeve.”