Mizgîn Ehmed: Divê em hemû ji bo Efrînê bibin yek

  • 16:06 4 Kanûn 2018
  • Rojane
Civîn Husên-Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO - Şêwermenda Rêveberiya Xweser Mizgîn Ehmed der barê Komcivîna Navneteweyî ya ji bo Paqijkirina Nijadî û Guhertina Demografîk a li Efrînê nerînên ku di her sê rojan derket pêş, nirxand. Mizgînê bal kişand ser nîqaşên komcivînê û got:" Tevahî cîhan êdî rastiya binpêkirina dewleta Tirk û kiriyarên wê dizane û divê li dijî vê yekê bisekine." 
 
Şêwermenda Rêveberiya Xweser Mizgîn Ehmed der barê Komcivîna Navneteweyî ya ji bo Paqijkirina Nijadî û Guhertina Demografîk a li Efrînê nerînên ku di her sê rojan derket pêş, nirxand. Mizgîn diyar kir ku beşdarvanên komcivîna navneteweyî ya ji bo paqijkirina nijadî û guhertina demografîk a li Efrînê  bal kişandin ser hewldanên imhakirina nasnameya gelê Efrînê û got:" Maseyên leşkerî, aborî, çandî, leşkerî hatin nîqaşkirin. Dewleta Tirk ku tevahî nirxên li Efrînê binpê dike û helwesta wê hat nîqaşkirin. Ji bo çareseriyê pêşniyarî hatin kirin û ji bo çareseriyê hewldanên mezin hatin dayin."
 
'Li dijî destkeftiyên jinê êrîşên mezin tê kirin'
 
Mizgînê diyar kir ku gelek nerîn derketin pêş lê di dawiyê de nerînek hevbeş derket holê û dîsa hat gotin ku  Tirkiye dewletek dagirker e û wiha domand:" Di rapor û belgeyan de axa Efrînê, çanda wê ya kevnar hat nîşandan. Serkeftinên ku bi şoreşa rojava hat bidestxistin hat vegotin. Di civînê de hat diyarkirin ku di şexsê jinê de êrîşên mezin tê kirin da ku hemû destkeftiyên jinê bên binpêkirin."
 
'Divê em hemû ji bo Efrînê bibin yek'
 
Mizgînê da zanîn ku bi berxwedana Efrînê de derket pêş ku jinê Efrînê bi pêşengiya xwe ji hemû jinên cîhanê re bûne mînak û wiha dawî lê anî:"Di şoreşê de rihekî hevbeş ên gelê Rojava derket pêş. Li dijî çekên giran berxedanek mezin hat lidarxistin. Di komcivînê de nîqaşên berfireh li ser aliyê hiquqî û sûcên ku li ser axa Efrînê hatiye kirin, hat kirin. Em di wê baweriyê de ne ku dê li Ewropa, Rojhilata Navîn û li Kurdistanê hemleyên berbiçav pêk werin. Ji bo rizgariya Efrînê dê hewldanên mezin bê kirin. Divê em hemû ji bo Efrînê bibin yek."