TJA: Bi tecrîdê dixwazin civakbûyinê tune bikin

  • 14:35 4 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - Derbarê çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê ya ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan TJA'yê daxuyanî da û got:"Tecrîd êrîşa li ser nasnameya jinê ya azad û têkoşîna azadiyê ye. Bi tecrîdê dixwazin civakbûyinê ya ku pêşengiya wê jin dike tune bikin."
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya grevê dabû destpêkirin. Çalakiya gireva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 27'an. Têkildarî mijarê Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Leyla li dijî faşîzma ku zêde dibe têdikoşe û ew ê jî heta dawiyê pişgriyê bidin çalakiya Leyla Guven. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Em bi bîr dixin ku çalakiya ku Leyla Guven dest pê kir û li hemû girtîgehan belav bû, çalakiyek mafdar û bi rûmet e. Tecrîda li ser Birêz Ocalan pirsgirêkên civakî kûrtir dike û nahêle çareser bibe. Tecrîd êrîşa li ser nasnameya jinê ya azad û têkoşîna azadiyê ye. Bi tecrîdê dixwazin civakbûyinê ya ku pêşengiya wê jin dike tune bikin. Em wekî jin van polîtîkayên militarist, zayendperest, nîjadperest qebûl nakin. 
 
Em wekî jinên TJA'yî bang dikin ku piştgiriya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê zêdetir bibin. Heta ku tecrîd bi dawî bibe em ê sekna xwe ya biryardar û têkoşîna xwe bidomînin. Em bang dikin hemû gel têkoşîna demokrasiyê mezintir bikin."