Çalakiya grevê di bin çavan de berdewam dike
- 11:21 4 Kanûn 2018
- Rojane
MÊRSÎN -10 HDP’yên li Mêrsînê bi boneya piştgiriya çalakiya Leyla Guven ketin çalakiya greva birçîbûnê û hatin binçavkirin li emniyetê çalakiya xwe dewam dikin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ket roja 27’an. Di 2’ê kanûnê de li Mêrsînê endam û rêveberên HDP’ê li avahiya xwe bi mebesta piştgiriya çalakiya Leyla dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Di heman rojê de polîsan bi ser HDP’ê de girt û Hevseroka HDP’a Mêrsînê Zuha Onen jî di nav de 10 HDP’yî hatibûn binçavkirin.
Endam û rêveberên HDP’ê yên li Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê di binçavan de tên ragirtin di roja 3’yemîn de çalakiya greva birçîbûnê didomînin.