'Mifteya çareseriya Rojhilata Navîn di detê birez Abdullah Ocalan de ye'

  • 10:52 4 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê  Dêrsim Dag ku ji bo piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê  ya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku di roja 27'emîn de berdewam dike bi parlmaneterên Amdê de duh ji bo 3 rojan kest greva birçîbûnê wiha got: "Aramy û mifteya aştiya li Rojhilata Navîn di dstê birêz Abdullah Ocalan de ye. Heta ku bi Abdullha Ocalan re hevdîtin neyê kirin wê şerê li rojhilata navîn berdewam bike."
 
Parlamenterên HDP'ê yên Amedê, li avahiya partiya xwe li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo piştevaniya bi çalakiya Hevseroka Kongreya Cvîakên Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê re ku di roja 27'emîn de berdewam dike ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiyên grevê ku di serî de li 5 bajaran hatin kirin li gelek bajaran belav bûn. Parlamentera DHP'ê ya Amedê Dêrsim Dag ku di grevê de ye derbarê mijarê de wiha got: "CPT û DMME'ê bi daxuyaniyên ku berî niha dan diyar kiribûn ku li Îmraliyê tu Tecrîd tune ye. Lê em vê biryarê nas nakin û ev biryar rastiyê îfade nake."  
 
'Li pênc bajaran dest pê kir û belav dibe'
 
Dersim diyar kir ku çalakiya grevê ya Leyla  Guven daye destpêkirin di roja 27'an de ye û got "Daxwaza Leyla Daxwaza me ye" û wan bi vê armancê ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirine.  Dêrsim got ku wan di serî de li 5 bajarn ev çalakî dane destpêkirin û her ku diçe ev çalakî belav dibe. Berî bi du rojan bi ser Avahiya HDP'ê ya Mêrsînê de hatibû girin. Em jî ji bo ku hem serdegirtinê û hem jî piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven me ji bo 3 rojan greva birçîbûnê da destpêkriin."
 
'Raporên CPT'ê rastiyê pênase nakin'
 
Dersim diyar kir ku çalakiya Leyla daye destpêkirin li dijî tecrîda li Îmraliyê ye û wiha berdewam kir: "Ev tecrîd di kesayeta Abdullah Oclan de li ser civak  û jinan tê meşandin.  CPT û DMME'yê di daxuyaniyên xwe yên beriya niha de diyar kiribûn ku tecrîd li Îmraliyê tunee ye .Em dibêjin ku em vê biryarê nas nakin.  Em dibêjin bila CPT tecrîda li Îmraliyê demek berî demekê aşera bike."
 
'Pêvajoya çareseriyê qediya kaosê dest pê kir'
 
Dersim di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku divê rêya diyalogê bê vekirin û ji bo vê jî divê ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin. Dêrsim wiha berdewam kir: "Mifteya Aramî û çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn di destê Ocalan de ye. Heta ku hevdîtin bê Abdullah Ocalan re neyê kirin û şerê li Rojhilata Navîn bidome."