Greva birçîbûnê belav dibe: Girtiyên li Şirnexê jî dest bi greva birçîbûnê dikin

  • 10:06 4 Kanûn 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir û ket roja xwe ya 27'an. Ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven du jinên girtî yên Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Şirnexê jî dê di 7'ê Kanûnê de dest bi greva birçîbûnê bikin û ev grev dê 10 rojî bidome. 
 
Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir û ket roja xwe ya 27'an. Ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven du jinên girtî yên Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Şirnexê jî dê di 7'ê Kanûnê de dest bi greva birçîbûnê bikin û ev grev dê 10 rojî bidome. Girtiyên jin Tansu Taş û Zeynep Mete peyam şandin û gotin ku ew ê ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê bikin û dibe ku hejmara wan zêde bibin.