Qedexeya li 37 gund û mezrayan hat rakirin

  • 10:04 4 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - Qedexeya derketina kolanan a li ser 37 gund û mezrayên navçeyên Licê û Hênê hat rakirin. 
 
Walîtiya Amedê di 2'ê kanûnê de li 37 gund û mezrayên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê qedexeya derketina kolanan îlan kiribû. Duh bi şev saet di 24.00'an şûn ve qedexe ji ser gundan hat rakirin. Hat zanîn ku operasyona eskerî ya li herêmê hatibû destpêkirin li hin deveran didome. Der barê qewimandina pevçûnan de agahî nehatin bidestxistin.