Malbatan gilî kir:Dixwazin zîhniyeta Ensar li dibistanan belav bikin
- 09:10 4 Kanûn 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Endama Hêviya Ciwanên Lîseyê Melodî Zengîn diyar kir ku di konferansa “Pêxemberê me û Konferansa Ciwanan’ ku hinek malbat jî jê bi gazinc in bûn de, regil wek nexweşiyê hatiye nîşandan û di 15 salî de ducanî normal hatiye dîtin û bi vê îstîsmara zayendî jî hatiye normalkirin. Melodî daxuyakirin ku dixwazin zîhniyeta Ensar bi hevkariya Perwerdeya Netewî re li dibistanan belav bikin.
Di 22’ê Mijdarê de li taxa Guzelbahçe ya Îzmîrê ji her dibistanê 30 kes hatin girtin û birin konferansa bi navê ‘Pêxemberê me û konferansa ciwanan’ ya ji aliyê Miftitiya Guzelbahçe pêk hatiye. Bêyî destûra malbatan xwendekar birin konferansê û di konferansê de ligel îfadeyên zayendperest, îfadeyên ku îstîsmara zarokan rewa dikin jî hatin bikaranîn. Di konferansê de rengil wek nexweşî hat nîşandan û di temenê 15 salî de ducanîbûn jî rewa kirin.
Endama Hêvî ya Ciwanên Lîseyê Melodî Zengîn tiştên di konferansê de hat jiyîn rexne kir û got hewl tê dayîn zîhniyeta weqfa Ensar li dibistanan bê belavkirin.
‘Zihniyeta paşverû ya AKP’ê nexweşî ye’
Melodî bi lêv kir ku AKP di pêvajoya 16 salan de ji bo civakê paşverû bike, lîse dagir kiriye û wiha pê de çû: “Yên li Weqfên Ensarê îstîsmara zayendî pêk anîn, yên bûn sedema mirina 10 zarokên li yurdên Tarîkata Suleymanî çima tên parastin. AKP’a ku nikare Ensarê bike dibistanan vê carê zarokan dibin semîneran. Mamoste û xwendekarên ku konferans terk kirine jî hene. Gelek malbatan jî gilî kiriye. Miftîtî dibêje agahiya me tune ye, akademîsyenan konferans kiriye. Di vir de bêberpirsyariyek heye. Regil ne nexweşî ye. Zîhniyeta AKP’ê nexweşî ye. Em ê têkoşîna xwe ya li hember vê bidomînin.”