‘Parastina cewherî ya femînîst têkoşînek topyekun dihewîne’

  • 09:07 4 Kanûn 2018
  • Rojane
STENBOL- Çagla Akdere diyar kir ku şîdet ne êrîşek fîzîkî ya ji aliyê mêr ve ji nişkave pêk tê û ji ber vê jî parastina cewherî ya femînîst têkoşînek topyekun dihewîne û wiha got: “Parastina cewherî ku di jiyana jinan de tê nîqaşkirin û cih girtiye, ji aliyê dewletê ve nayê nîqaşkirin.
 
Ji Tora Parastina Jinan Çagla Akdere bi lêv kir ku ji bo parastina jiyanê dibêjin şîdet çiye û got parastina cewherî ne parastineke tenê li dijî şîdeta fîzîkî ye.
 
Çaglayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dema nîqaşa parastina cewherî ya femînîst tê kirin bêguman parastinek ji bo çewisandina êrîşa fîzîkî heye, lê ev bi tena serê xwe têr nake. Ji ber şîdet ne êrîşek ji nişkave ya ji aliyê mêr pêk tê. Pergala serdest ya mêr ji bo xwe heyî bike şîdetê diafirîne. Ev ne tenê fîzîkî ye. Bi gelek teşeyan xwe nîşan dide. Divê li dijî vê têkoşînek topyekun bê nîşandan.”
 
Çaglayê destnîşan kir ku di nav parastina cewherî ya femînîst de, heta bê parastina fîzîkî gelek rêbazên ku dikare bên kirin hene û got dema parastina cewherî ya femînîst raste rast wek alava parastiana fîzîkî bê dîtin, wê şîdeta her tim xwe zêde dike jî neyê pêkanîn. Çaglayê wiha berdewam kir: “Dewlet bixwaze şertên xwe pêk anîbe parastina cewherî wek mafê rewa dibîne. Lê bi krîter û şertên diyarkirî vê biryarê dide. Ev jî, dewlet çawa şîdetê dide nasîn nîşan dide. dewlet şîdeta psîkolojîk ji şîdetê hesab nake. Divê em darbeya li djî tundiya fîzîkî ispat bikin. Piştevaniya jinan gelek girîng e. Divê em fêr bikin, em bibin mamosteyên hev. Em dikarin gelek tiştî bikin. Gelek rêbazên me hene.”