Parlamenterên HDP'ê li Amedê dest grevê kirin
- 15:51 3 Kanûn 2018
- Rojane
AMED - Parlamenterên HDP'ê ji bo ku piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li avahiya saziya xwe dest bi greva birçîbûnê kirin. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Selçûk Mizrakli wiha got: "Em dixwazin ku îktîdara siyasî ji bo çareedriya pirgirêkan rêya diyalogê vekirî bihêli û ji bo çareseriyê bibe alîkar."
Parlamenterên HDP'ê ji bo ku piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ve di 8'ê Mijdarê de li Gitîgeha Tîpa E ya Amedê da destpêkirin û bertek nîşanî êrîşên li ser avahiya HDP'ê li Mêrsînê bidin li avahiya saziya xwe ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya ku li avahiya HDP2ê ya Amedê hat destpêkirin, Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Selçûk Mizrakli, Dersim Dag, Remziye Tosun, Semra Guzel, Musa Farîsogullari û Salîha Aydenîz tevli bûn. Parlamenterên ku beriya çalakiyê daxuyanî dan welatiyan jî piştgirî da wan.
Beriya ku çalakî dest pê bike parlamenterê HDP'ê Selçuk Mizrakli daxuyanî da. Selçûk Mizrakli bi bîr xist ku Hevseroka KCD 'ê û parlamentera HDP'ê Leyla Guven ya ku dest bi greva birçîbûnê kir çalakya wê di roja 26'emîn de berdewam dike û got ku ew ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Leylayê dest bi grevê dikin û bertek nîşanî êrîşa polîsan a li ser avahiya HDP'ê ya Mêrsînê da. Selçuk got ku ew ji bo bidawîkirina tecrîda ku hatiye girankirin û ji bo ku bibin dengê aştiyê dest bi grevabirçîbûnê dikin.
Daxuyanî bi çepikan hat bidawîkirin û dirûşmên "Aştî hema niha" parlamenteran dest bi grevê kir.