'Jinên Kurd tu carî li dijî tu kesî serî natewînin'
- 14:54 3 Kanûn 2018
- Rojane
Civîn Husên - Şêrîn Zêrevan
QAMIŞLO - Hevseroka Karê Hundir a Rêveberiya Bakur û Rojhitalê Sûriyeyê Hêvî Mustefa Komcivîna Navnetewî ya ji bo paijkirina nijadî û guhertina demografîk ali Efrînê, nirxand û got:"Dê bi nîqaş û nêrînên jinê pirsgirêka Efrînê çareser bibe."
Hevseroka Karê Hundir a Rêveberiya Bakur û Rojhitalê Sûriyeyê Hêvî Mustefa Komcivîna Navnetewî ya ji bo paijkirina nijadî û guhertina demografîk ali Efrînê, nirxand û got:"Li dijî êrîş û hovitiya dewleta tirk jinên li Efrînê yên wekî Barîn Kobanê, Avesta Xabûr bi îradeyek xurt li berxwe da. Vê yekê jî nîşan da jinên Kurd tu carî li dijî tu kesî serî natewînin."
Hêviyê got:"Di komcivînê de nîqaş û nêrînên girîng û berfireh derket holê. Ji bo çareseriyê di qadên siyasî, leşkerî, çandî, aborî de nîqaş hatin kirin û pêşniyar hatin kirin. Gelek rêxistinên jinan di şoreşa Rojava de bedelên giran dan û bala cîhanê kişandin. Li ser esasê têkoşîna wan a giranbiha em di komcivînê de hewl didin ku pirgirêkên heyî çareser bikin. Li dijî êrîş û hovitiya dewleta tirk jinên li Efrînê yên wekî Barîn Kobanê, Avesta Xabûr bi îradeyek xurt li berxwe da. Vê yekê jî nîşan da jinên Kurd tu carî li dijî tu kesî serî natewînin. Divê hemû jinên cîhanê li dijî hovitiya dewleta tirk derkevin."