'We got qey bi bombeyan hûn ê me biqedînin lê em bûn hezar'
- 13:58 3 Kanûn 2018
- Rojane
STENBOL - Ayşe Guney di 24'emîn bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê de li pêş avahiya rojanmeyê axivî û got:"Kesên ku do xwestin bi bombeyan dengê me bibirin û îro bi kelepçeyan dixwazin dengê me bibirin. We got qey bi bombeyan hûn ê me biqedînin lê em bûn hezar û em li dijî we sekinîn."
Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamyayê û Însiyatîfa Rojnamegerên Azad di 24'emîn bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê de li ber avahiya li Kadirgayê daxuyaniya çapemeniyê dan. Parêzkara Mafê Mirovan parêzer Eren Keskin, Parlamenterê HDP'ê Saruhan Oluç, Hevserokê Giştî yê Basin-Îş Faruk Eren, Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, Endama Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamyayê Ayşe Guney, ji Însiyatîfa Rojnamegerên Azad Hakki Botan û gelek rojnameger beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamyayê Ayşe Guney hat xwendin.
Ayşeyê diyar kir ku Ozgur Ulke bi têkoşînek mezin hatiye vekirin û wiha got:"Piştî Rastiya Gel, Rastiya Gel a Nû, Welatê Nû, Rojeva Azad, Welat û ji nû de Rojeva Azad di bin êrîş û gefan de Ozgur Ulke di 28'ê Nîsana 1994'an de dest bi weşanê kir. Piştî weşanê 239 roj şûnde di 3'ê Kanûna 1994'an de Avahiya Rojnameyê ya Teknikê ya li Kadirgaya Stenbolê, Navenda Buroyê ya li Bagaogluyê û Buroya Enqereyê di heman demê de hat bombekirin. Peywirkarê ragihandinê Ersin Yildiz di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Li dijî kujeran tu mudaxele nehat kirin lê xebatkarên rojnameyê piştî ku li nexweşxaneyê hat tedawîkirin şûnde hatin binçavkirin. 24 sal in ku tu encam ji lêpirsîna di derbarê bûyerê de hat kirin, nehat girtin."
'Ji roja ku dest bi weşanê kir her dem bû hedefa sansuran'
Ayşeyê wiha domand:"Hinek rewşenbîran di nivîsên xwe de piştgirî dan rojnameya Ozgur Ulkeyê. Di 2'ê Sibata 1995'an de jî rojname hat girtin. Ji roja ku dest bi weşanê kir her dem bû hedefa sansuran."
'Gotin qey ew ê bi bombeyan biqedînin'
Ayşeyê da zanîn ku piştî Ozgur Ulkeyê li ser esasên weşana azad 35 rojnameyên din jî dest bi weşanê kiriye û got ku di 23'ê Tebaxa 2016'an de rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî dest bi weşanê kir û ew jî di 28'ê Adara 2018'an de hatiye girtin û qayyim tayînî ser Çapxaneya Gunê hat kirin û gelek xebatkar hatin girtin.
Ayşeyê herî dawî wiha got:"Em daxwaz dikin ku hevalên me demildest bên berdan. Îro gelek hevalên me ji ber ku heqîqet derxistine holê di girtîgehan de ne. Em wekî şopdarên Apê Mûsa û Gurbeteliyan dibêjin ku, kesên ku do xwestin bi bombeyan dengê me bibirin û îro bi kelepçeyan dixwazin dengê me bibirin. We got qey bi bombeyan hûn ê me biqedînin lê em bûn hezar û em li dijî we sekinîn."
'Mînaka rojnamegeriya ku êşên qedexe ya erdîgariya qedexe dide bihîstin'
Piştî Ayşeyê parêzkara mafên mirovan Eren Keskin axivî û got:"Mînaka rojnamegeriya ku êşên qedexe ya erdîgariya qedexe dide bihîstin e ev. Ev rojnameya ji roja ku hatiye weşandin min parêzeriya wê kiriye. Gelek hevalên min ên nivîskar hatin qetilkirin. Mezinên me yên wekî Apê Mûsa hebûn."
Parlamenterê HDP'ê Saruhan Oluç jî got:"24 sal berê li ber vî derî bombeyek teqiya lê yên ku ev bombe teqandin bi ser neketin. Yên ku xwestin dengê çapemeniya azad qut bikin bi ser neketin û ew ê bi ser nekevin."
Piştî axaftinan peywirdarê ragihandinê Ersin Yildiz li ser gora wî hat bîranîn û kesên li wir qurnefîl danîn ser gora wî.