Muazzez Orhan: Daxwaza Leylayê daxwaza me ye
- 13:28 3 Kanûn 2018
- Rojane
WAN - Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan bi armanca piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û parlamentera Colemêrgê ya HDP) Leyla Guven ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kir.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan HDP ya Mêrsînê duh ji bo ku piştgiriyê bide çalakiya Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku di roja 26'emîn greva xwe ya birçîbûnê berdewam dike bi 10 kesên ji partiyê dest bi greva birçîbûn kir û di encma serdegrtina polîsan a li avahyê de 10 kes hatibûn binçavkirin. HDP li dijî van pêkanînan biryar da ku çalakiyên xwe yên greva birçîbûnê berdewam bike.
Di çarçoveya vê biryarê de rêxistinên HDP'ê yên bajarn ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin. Herwiha li hin bajaran jî HDP'ê ragihand ku ew ê sibe dest bi grevê bike. Ji van bajarên ku amadekariya xwe ya grevê qedeandiye yek jê jî HDP'a Wanê ye. Parlamentara HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kir. Greva ku li avahiya DHP'ê ya Wanê hat destpêkirin li gel endamên rêxistinên HDP û DBP'ê gelek kes tevli çalakiyê bûn.
Muazzez beriya ku bikeve greva birçîbûnê daxuyaniyek da û diyar kir ku li Tirkiyeyê li aliyekî gelên ku ji bo demokarasî ked û aştiyê têkoşînê didin hene û li aliyekî jî AKP - MHP'ya ku dixwazin temenê faşîzmê dirêj bikin heye. Muazez di dirêjiya axafitna xwe de wiha got: "Îro li dijî vê faşîzmê û li dijî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan di serî de Leyla Guven ku hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ye 26 roj e dest bi greva birçîbûnê kiriye. Ji bo piştevaniya bi çalakiya Leyla Guven re di serî de ji girtîgeha Kandrayê ji bo piştevaniya Leylayê li derve û li gelek girtîgehan greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Em wekî partî dibêjin ku daxwazên Leylayê daxwazên me ne û em piştevaniyê didinê."