Ji girtiyên Giresûnê daxuyaniya greva birçîbûnê

  • 12:48 3 Kanûn 2018
  • Rojane
GÎRESÛN - Girtiyên Girtîgeha tipa E ya Giresunê bi riya malbatan diyar kirin ku ger tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabene, dê piştî koma 7'an dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin. Li ser nave girtiyan Mehmet Çagirici, anî ziman ku niha 3 kes di grevê dene û dê 7 kom bi dorveger têkevin grevê û ger daxwazên wan pêk neyê dê dest bi greva bêdem û bêdorveger bikin. 
 
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê, ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê, di 27'ê Mijdarê roja salvegera damezrandina PKK'ê dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan a dorveger-kiribûn. Piştî daxuyaniya Denîz Kaya, li gelek girtîgehan koman bi dorveger dest bi çalakiyê kirin. Li Girtîgeha Tîpa  E ya Giresunê jî grevê bi koma ewil a ji 3 kesan pêk tê di roja 7'an de berdewam dike. Di koma ewil de ji giriyên siyasî Mehmet Çagirici Behri Sulgin û Umit Karakaya dest pê kirine. Mehmet Çagirici, telefonî malbata xwe kir û agahi dan. Keça Mehmet Çagirici Birgul Çagirici, anî ziman ku bavê wê diyar kiriye ku dê 7 kom, her komek 10 rojan dorveger têkevin grevê û ger daxwaza wan pêk neyê û tecrid bi dawî nebe dê piştî koma 7'an dest bi çalakiya bêdem û bêdorveger bikin. Çagirici, bang li parazvanên mafên mirovan, rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî kir ku li hemberî daxwaza girtiyan hestiyar tev bigerin û deng bidin dengê girtiyan.