Komcivîna Navneteweyî ya ji bo Efrînê di roja duyemîn de dewam dike
- 11:31 3 Kanûn 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Komcivîna Navneteweyî ya li ser 'Paqijkirina Nijadî û guhertina demografîk a li Efîrnê' ku bi pêşengtiya Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava dest pê kiribû, di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.
Komcivîna Navneteweyî ya ji bo Efrînê ku doh dest pê kiribû, bi tevlîbûna bi sedan nûnerên dewletan ji Ewropa, Rojhilata Navîn û Kurdistanê beşdar bûn. Di roja yekê de ji ber nêrîn pir bûn yek mase hat nîqaşkirin.
Di roja duyemîn de dê çar mase werin nîqaşkirin. Maseya ku doh mabû dê ji aliyê siyasî operasyonên paqijkirina nijadî û guhertina demografîk a li Efrînê bigire dest, maseya duyemîn dê ji aliyê dîrokî û çandî, operasyonên paqijkirina nijadî û guhertina demografîk a li Efrînê bigire dest, ya sêyemîn dê aliyê aborî, operasyonên paqijkirina nijadî û guhertina demografîk a li Efrînê bigre dest, ya çaremîn dê ji aliyê hiquqî, operasyonên paqijkirina nijdadî û guhertina demografîk li Efrînê dê bigire dest.
Niha bi nîqaş û nerînên bi zimanên cuda komcivîn di roja xwe ya duyemîn de didome.