Ji ber berfê li Colemêrgê jiyan rawestiya
- 14:09 1 Kanûn 2018
- Rojane
COLEMÊRG - Ji ber barîna berfê riyên gelek gundên Colemêrgê hatin girtin.
Li Colemêrgê berfa ku serê sibehê dest pê kir hîna berdewam dike. Li navendê barîna berfê jiyan rewastand û li çiyê stûriya berfê gihişte 20 santîmetreyan. Her wiha hate zanîn ku ji ber berfê riyên gelek gundan hatin girtin. Di heman demê de li navçeya Çelê hezaz pêk hat û trafîk hat sekinandin.
Li gorî meteorolojiyê berf dê heya şevê berdewam bike.