Ji ber berfê li Colemêrgê jiyan rawestiya 2018-12-01 14:09:47   COLEMÊRG - Ji ber barîna  berfê riyên gelek gundên Colemêrgê hatin girtin.    Li Colemêrgê berfa ku serê sibehê dest pê kir hîna berdewam dike. Li navendê  barîna berfê jiyan rewastand û li çiyê stûriya berfê  gihişte 20 santîmetreyan. Her wiha hate zanîn ku ji ber berfê riyên gelek gundan hatin girtin. Di heman demê de li navçeya Çelê hezaz pêk hat û trafîk hat sekinandin.    Li gorî meteorolojiyê berf dê heya şevê berdewam bike.