Li Amedê çalakiyên 25'ê Mijdarê dewam dikin

  • 15:38 14 Mijdar 2024
  • Rojane
AMED - Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li gundê Erwan ê navçeya Rezanê jin hatin cem hev.
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de li gundê Erwanî  ê navçeya Amed Rezanê civîneke jinan hate lidarxistin. Aktîvîstên TJA'yê, Komeleya Jinan a Rosa, Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên bajar û navçeyan û Şaredariya Rezanê beşdarî civînê bûn. Jin li mala şînê ya gund kom bûn û pankartên li ser navên jinên hatin qetilkirin hilgirtin. Jinan gelek caran dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin.
 
Di serî de Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer silav da jinan û armanca lidarxistina civînê li gund vegot.
 
Cureyên tundiyê hatin vegotin
 
Piştre Endama Desteya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosa, Parêzer Berfîn Polat, diyar kir ku di encama şîdeta li ser jinê de bi awayekî hiqûqî çi dikare bê kirin. Berfîn cureyên tundiyê jî vegot.
 
Civîn bi pirs, bersiv û daxwazên jinan bi dawî bû.