'Tekoşîna 25`ê Mijdarê wê ranewste`
- 17:50 25 Mijdar 2018
- Rojane
Îlham Eloso
GIRÊ SIPÎ- Bi dirûşma` Na ji kuştina jinê re` bi hezaran gelê herêma Firatê bi pêşengtiya kongreya Star daketin qadan.
Bi hezaran gelê herêma Firatê ên kantona Girê Sipî, Kobanê, Sirîn, Eyn îsa û navçeyên wê li qada Qefes ya kantona Girê Sipî kom bûn û bi tevlibûn sazî û rêxistinên sivîl meşek li dar xistin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan û tekoşerên jin, pankertên` "Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye û jiyan bê jinê nabe, Jin jiyan azadî" hilgiritn. Jinên ereb û kurd ku beşdarî meşê bûN nerînên xwe anîn ziman.
Dayîka bi navê Edile Mustefa got:” Kuştin û şîdeta li ser jinê ne ji rêzê ye ger ji bo şidetê çareserî neyê dîtin, em ê jin bi destê xwe çareseriyekê bibînin ."
Wetha Berces jî anî ziman ku Şoreşa Rojava bû sedem ku îro tekoşîna jinan bilindtir bibe û got:" Di Şoreşa Rojava de jinê xwe naskir û şideta ku lê dihat kirin jî ferq kir. Ji ber vê jî îro bi hezaran jin li dijî vê şidetê têdikoşin. Bi riya felsefeya rêber apo em ê vê şidetê bi dawî bikin."
Jinên Ji Pêkahateyên Ereb jî diyar kirin ku 25'ê Mijdarê Girîng e
Jinên ji pêkhateyên ereb Bedir Şerîf wiha got:”Di van rojên ku em li dijî şîdeta li ser jinê di nava çalakiyan de ne, wê ji îro û şûnde jî têkoşîna me berdewam bike heta ku tundî bi dawî bibe."
'Em tundiyê qebûl nakin`
Her wiha Dîlan Hesen ya ji Girê Sipî jî wiha got:” Ev kombûna me diyar dike ku em şidetê qebûl nakin. Her wiha piştî rêzgakirina jinên Girê Sipî ji çeteyên DAÎŞ`ê tevgera wan hemû ji bo azadiya jinê ye. Êdî jin ji xwe re koletiyê qebûl nakin."
Naîma Muhemd jî ya ji bajorka Sirînê ye û ji pêkhateyên ereb e jî ev tişt got: " Ev roj ji bo me rojeke girîng e. Ji ber ku jinê hêza xwe ji xwişên mîrabel û berxwedêrên din ên jin girtiye. Wê ev têkoşîna me bidome heta ku tundiya li jinê bi dawî bibe."