Dayikên Aştiyê, ji bo aştiyê têkiliyên xwe didomînin
- 20:53 14 Mijdar 2024
- Rojane
STENBOL - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê bi dirûşma “Bijî Aştî” têkiliyên xwe berdewam kirin.
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê li Balatê bi nivîskar Îhsan Elîaçik re hevdîtin kir. Dayîkên Aştiyê bi dirûşma "Destên xwe bidin aştiyê" bi rewşenbîr, nivîskar, hunermend, akademîsyen û partiyên siyasî re hevdîtinan pêk tînin. Hat diyarkirin ku divê di zûtirîn demê de tecrîd bi dawî bibe û bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin û hat destnîşankirin ku tekane daxwaza wan a ji bo Tirkiyeya demokratîk misogerkirina aştiyê ye.
'Em aştiyê dixwazin'
Di civîna ku nîqaşên li ser hev hatin kirin de Dayika Aştiyê Sabîha Bozan got, “Tişta ku em dayik dixwazin û xema me jê re heye aştî ye. Ger em ê behsa çareseriyê bikin, ne li pişt deriyên girtî, divê bi awayekî vekirî û rast vê pêvajoyê bidomînin. Û em aştiyê diparêzin û dixwazin, ne ji bo kursiyê yan jî partiyekê, lê ji bo aştî, yekîtî û hevgirtina xwe. Me dest bi dîplomasiyê kir. Em bi her kesî re têkiliyan saz dikin û em ê bidomînin. Em ji her kesê ku mafên mirovan diparêze hêvî dikin."
'Em ji gelê Kurd bi hêvî ne'
Îhsan Elîaçik anî ziman ku ew ê heta dawiyê piştgiriyê bidin daxwazên dayikan û got, “Tişta ji destê me bê em ê hewl bidin. Em bi we û piştgiriya we re ne. Em ji gelê Kurd hêvîdar in. Rol û mîsyona gelê Kurd gelekî girîng e. Di demokratîkbûna Tirkiyeyê de mîsyoneke girîng a Kurdan heye.
Serdan piştî axaftineke hevbeş bi dawî bû.