'Tekoşîna 25`ê Mijdarê wê ranewste` 2018-11-25 17:50:50   Îlham Eloso   GIRÊ SIPÎ- Bi dirûşma` Na ji kuştina jinê re` bi hezaran gelê herêma Firatê bi pêşengtiya kongreya Star daketin qadan.   Bi hezaran gelê herêma Firatê ên kantona Girê Sipî, Kobanê, Sirîn, Eyn îsa û navçeyên wê li qada Qefes ya kantona Girê Sipî kom bûn û bi tevlibûn sazî û rêxistinên sivîl  meşek li dar xistin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocelan û tekoşerên jin,  pankertên` "Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye û jiyan bê jinê nabe, Jin jiyan azadî" hilgiritn. Jinên ereb û kurd ku beşdarî meşê bûN nerînên xwe anîn ziman.   Dayîka bi navê Edile Mustefa got:” Kuştin û şîdeta li ser jinê ne ji rêzê ye ger ji bo şidetê çareserî neyê dîtin, em ê jin bi destê xwe çareseriyekê bibînin ."    Wetha Berces jî anî ziman ku Şoreşa Rojava bû sedem ku îro tekoşîna jinan bilindtir bibe û got:" Di Şoreşa Rojava de jinê xwe naskir û şideta ku lê dihat kirin jî ferq kir. Ji ber vê jî îro bi hezaran jin li dijî vê şidetê têdikoşin. Bi riya felsefeya rêber apo em ê vê şidetê bi dawî bikin."   Jinên Ji Pêkahateyên Ereb jî diyar kirin ku 25'ê Mijdarê Girîng e   Jinên ji pêkhateyên ereb Bedir Şerîf wiha got:”Di van rojên ku em li dijî şîdeta li ser jinê di nava çalakiyan de ne, wê ji îro û şûnde jî têkoşîna me berdewam bike heta ku tundî bi dawî bibe."   'Em tundiyê qebûl nakin`   Her wiha Dîlan Hesen ya ji Girê Sipî jî wiha got:” Ev kombûna me diyar dike ku em şidetê qebûl nakin. Her wiha piştî rêzgakirina jinên Girê Sipî ji çeteyên DAÎŞ`ê tevgera wan hemû ji bo azadiya jinê ye.  Êdî jin ji xwe re koletiyê qebûl nakin."   Naîma Muhemd jî ya ji bajorka Sirînê ye û ji pêkhateyên ereb e jî ev tişt got: " Ev roj ji bo me rojeke girîng e. Ji ber ku  jinê hêza xwe ji xwişên mîrabel û berxwedêrên din ên jin girtiye. Wê ev têkoşîna me bidome heta ku tundiya li jinê bi dawî bibe."