Li Amedê jinek hat qetilkirin
- 12:40 24 Mijdar 2018
- Rojane
AMED - Li gundekî navçeya Bismil a Amedê Ramazan Nerede jina pê re zewicandî Vîldan Nerede û kesekî din bi giranî birîndar kirin. Bûyer duh qewimî û her du kesên birîndar bûyîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê. Li nexweşxaneyê Vîldan û kesê pê re hat birîndarkirin jiyana xwe ji dest dan.
Kujer Ramazan Nerede yê teslîmî polîsan bû xwe spart hinceta namûsê.