Li Amedê jinek hat qetilkirin 2018-11-24 12:40:03   AMED - Li gundekî navçeya Bismil a Amedê Ramazan Nerede jina pê re zewicandî Vîldan Nerede û kesekî din bi giranî birîndar kirin. Bûyer duh qewimî û her du kesên birîndar bûyîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê. Li nexweşxaneyê Vîldan û kesê pê re hat birîndarkirin jiyana xwe ji dest dan.   Kujer Ramazan Nerede yê teslîmî polîsan bû xwe spart hinceta namûsê.