Li Silêmanî li dijî tundiyê meş hat lidarxistin
- 16:34 23 Mijdar 2018
- Rojane
SILÊMANÎ - Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, îro li bajarê Silêmanî meşek bi pêşengiya RJAK’ê hat lidarxistin.
Îro roja Înê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li bajarê Silêmanî meşek lidar xist. Meşa bi dirûşma “Em ê bi hev re li dijî şîdetê rabin” ji Baxê Giştî dest pê kir û heya li ber Parka Dayîk a bajêr dewam kir.
Nûnerên gelek rêxistinên jinan ên weke KJAR, Kongra Star, Bakurê Kurdistanê yên ji beşên din yên Kurdistanê jî beşdar bûn.
Di çalakiyê de dirûşmên li dijî şîdeta mêr hatin berzkirin. Her wiha bênavber dirûşma, “Jin, jiyan,azadî” hat berzkirin.
Jinan pankarteke mor a bi nivîsa, “Em ê bi rêxistin û parastina cewherî dawî li şîdetê bînin” hilgirtin. Her wiha poster û wêneyên jinên berxwedêr û jinên ku di encama şîdeta mêr û dewletê de hatine qetilkirin jî hatin hilgirtin.
Tevî baranê jinan çalakiya xwe domandin.