Çalakiya piştevaniya bi Leyla Guven re li Hewlêrê didome
- 14:52 22 Mijdar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hewlêrê greva birçîbûnê ya Nûnertiya HDP'ê ya Herêma Kurdistanê ku duh li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, di roja duyemîn de didome.
Nûnertiya HDP’ê li Hewlêrê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiya Leyla Guven ku ev 15 roj in li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kiriye, duh dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kir. Çalakiya greva birçîbûnê di roja duyemîn de berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê bi tevlîbûna endamên nûnertiya HDP’ê û welatiyên ji Bakurê Kurdistanê yên koçî Başûrê Kurdistanê kirine pêk tê.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev 15 roj in li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye.