Çalakiya piştevaniya bi Leyla Guven re li Hewlêrê didome 2018-11-22 14:52:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hewlêrê greva birçîbûnê ya Nûnertiya HDP'ê ya Herêma Kurdistanê ku duh li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, di roja duyemîn de didome.   Nûnertiya HDP’ê li Hewlêrê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiya Leyla Guven ku ev 15 roj in li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kiriye, duh dest  bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kir. Çalakiya greva birçîbûnê di roja duyemîn de berdewam dike.   Çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê bi tevlîbûna endamên nûnertiya HDP’ê û welatiyên ji Bakurê Kurdistanê yên koçî  Başûrê Kurdistanê kirine pêk tê.   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev 15 roj in li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye.