Li Helebê forma jinan
- 09:43 21 Mijdar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ya buroya Helebê bi dirûşmeya "Mil bi mil em jineke azad ji bo pêşeroja Sûriyeyê ava bikin" forma jinan lidar xist.
Form bi wesîleya 25‘ê Mijdarê bi amadebûna nûnerên MSD, Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk li Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk li Sûriya (Yekitî), Partiya Avakirin û Guhertin a Ciwana, Partiya Netewî ya Civakî ya Sûrî, Partiya Yekitiya Demokratîk, Desteya Rêveber a Jinan li Sûriyê, Ekîpa Aştiyê ya Sûriyê, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongreya Star, Mala Êzidiyan, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û nunerên saziyên sivîl ên taxa Şêxmeqsûdê hat lidarxistin.
Di formê de 3 beş hatin nîqaşkirin. Rewşa jinê ya di nava aloziya Sûriyeyê de, şideta li jinan û têkoşîna li dijî şideta li jinan û aktîvkirina rola di siyasetê de.
Di destpêka formê de senevîzyonek li ser şideta li jinan li Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê hate nîşandan.
Axaftina destpêkê ya formê ji aliyê berpirsa buroya jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Xalide Ebdo ve hate kirin.
Xalide bal kişand tundiyên ku jin di aloziya Sûriyê lê rast hatin û têkoşîna wê ya li hemberî her astengiyan.
Di nîqaşên beşa yekem a formê de hate gotin ku jinan di pêvajoya aloziyê de dikarî bibe bingeha sereke ya avakirina civakeke demokratîk û pirreng civaka ku banga wekheviya jin û mêr dike. Her wiha hat gotin ku jin dikarin heya radeyekê hişmendiya baviksalarî di nava civakê de rake û bibe têkoşer, xuşk û dayik.
Di beşên duyemîn û sêyemîn de axaftin ji aliyê Cîgira berpirsa buroya rêxistinî ya jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Subhiya Efaşa û endama Ekîpa Sûriya ya Aştiyê Cîhan El-Seman ve hatin kirin. Her wiha mudaxeleyên beşdaran jî hebûn.
Di axaftin û nîqaşan de mijdara tundiya li ser jinan bi hemû aliyên wê fîzîkî û derûnî û encamên wê yên li ser tevahî civakê hatin kirin. Hate gotin ku cureya herî bi xeter a li dijî jinan qanûnên medenî yên desthilatdar ên girêdayî jinan e, qanûnên ku jinan bê mafê dihêle, hate destnîşankirin ku divê ev qanûn bi dawî bibin û têkoşên li dijî şideta li jinan were kirin da ku jin rola xwe di civakê de pêk bîne, bi taybet di warê siyasî de.
Form bi xwendina encamnameyê ji aliyê Berpirsa Buroya Rêxistinî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya buroya Helebê Xalide Ebdo ve bi dawî bû.
Xalide Ebdo got: "Di formê de nîqaşnên berfireh hatin kirin, her wiha nêrînên cuda der barê aloziya civakî de û bandora wê di aliyê fîzîkî, madî, manewî û derûnî li ser jinan derketin pêş."
Şideta li jinan encamên xwezaya çanda bavikslarî ye, li hemberî vê pirsgirêkê pêwîstî bi çareseriyên bingehîn heye."