Navenda Jinan veguherandin cihê nobedariya polîsan
- 09:12 21 Mijdar 2018
- Rojane
Zeynep Durgut
COLEMÊRG - Piştî ku şaredariyên DBP’ê hatin desteserkirin , destpêkê deskeftiyên jinan hatin hedef girtin. Bi girtina saziyên jinan re ku piştevaniya jinan dikirin hejmara xwekujî,tundî û destavêjiyê li heremê zêde bû. Li Colemêrgê jî navenda jinan bi minesebeta “Ewlehî di talûkê de ye” girtin û veguherandin cihê nobedariya polîsan.
Piştî ku şaredariyên DBP’ê bi hevkariya AKP û MHP’ê hatin desteserkirin, destpêkê deskeftiyên jinan hatin hedef girtin. Li Kurdîstanê saziyên jinan yên ku li hemberî tundî û destavêjiyê bi kedeke mezin a jinan hatin avakirin, ji aliyê qeyyûman ve hatin girtin. Ji van sazî û navendên jinan ku hatin girtin yek jê jî Naveda Jinê ya Binevşê ye.
Navenda Jinê ya Binevşê hat girtin
Piştî ku qeyyûm şaredariya Colemêrgê ya DBP'ê desteser kir û şûnde, gelek projeyên ku ji aliyê şaredariya DBP’ê ve hatibûn destpekirin hatin betalkirin. Li her bajarên Kurdîstanê xebatên yekem ên qeyûman bûn girtina Navendên jinan. Li Colemêrgê saziya Navenda Jinê ya Binevşê di sala 2011’an de ji aliyê jinan ve hat avakirin û xespkirina şaredariyê re Navenda Jinan bi minesebeta “ Ewlehî di talûkeyê de ye” Hat girtin û veguherandin cihê nobedariya polîsan. Yek xebatkarên Binevşê hate îxrackirin û 2 jin ji şandin garaja şaredariyê. Her roj bi dehan jinên ku bi tundiyê re rû bi rû diman serlêdan li Binevşê dikirin.
Projeyên li dijî tundiyê hatin betalkirin
Binevş ji aliyê jinên Colemêrgê ve wekî saziya çareseriya pirsgirêka jinan bû ku her pirsgirîkek dihat çareserkirin. Di nava projenên jinan ku hatibûn amadekirin yekîneya bîrîma tundiyê û bazara keda jinan jî hebû. Ev xebat hemû hatin betalkirin.
Ji bo rêveberiya muduriyeta jinan mêr hat tayînkirin
Li gel xespkirina şaredariya bajêr, ji mudiryeta pirsgirêkên jinan re mêrê bi navê Îsa Olmez hat tayînkirin. Projeyên ku li dijî tundiyê hatibûn destpêkirin, hemû hatin betalkirin. Deriyê Binevşê hat girtin. Piştî qeyûm ku saziyên piştevaniya jinan hemû hatin girtin li bajêr hejmara xwekujî û tundiyê zêde bû. Qeyyûm niha Binevş vegerendiye cihê nobedariya polîsan.