Navenda Jinan veguherandin cihê nobedariya polîsan 2018-11-21 09:12:09   Zeynep Durgut   COLEMÊRG - Piştî  ku şaredariyên DBP’ê hatin desteserkirin , destpêkê deskeftiyên jinan hatin hedef girtin. Bi girtina saziyên jinan re ku piştevaniya jinan dikirin hejmara xwekujî,tundî û destavêjiyê  li heremê zêde bû. Li Colemêrgê jî navenda jinan bi minesebeta “Ewlehî di talûkê de ye” girtin û veguherandin cihê nobedariya polîsan.   Piştî ku şaredariyên DBP’ê  bi hevkariya AKP û MHP’ê hatin desteserkirin, destpêkê  deskeftiyên jinan hatin hedef girtin. Li Kurdîstanê saziyên jinan yên ku li hemberî tundî û destavêjiyê bi kedeke mezin a jinan hatin avakirin, ji aliyê qeyyûman ve hatin girtin. Ji van sazî û navendên jinan ku hatin girtin yek jê jî Naveda Jinê ya Binevşê ye.   Navenda Jinê ya Binevşê hat girtin   Piştî ku qeyyûm şaredariya Colemêrgê ya DBP'ê  desteser kir û şûnde, gelek  projeyên ku ji aliyê şaredariya DBP’ê ve hatibûn destpekirin  hatin betalkirin. Li her bajarên Kurdîstanê xebatên yekem ên qeyûman bûn girtina Navendên jinan. Li Colemêrgê saziya Navenda Jinê ya Binevşê di sala 2011’an de ji aliyê jinan ve hat avakirin û xespkirina şaredariyê re Navenda Jinan bi minesebeta “ Ewlehî di talûkeyê de ye” Hat girtin û veguherandin cihê nobedariya polîsan. Yek xebatkarên Binevşê  hate îxrackirin û 2 jin ji şandin garaja şaredariyê. Her roj bi dehan jinên ku bi tundiyê re rû bi rû diman  serlêdan li Binevşê dikirin.    Projeyên li dijî tundiyê hatin betalkirin   Binevş ji aliyê jinên Colemêrgê ve wekî saziya çareseriya pirsgirêka jinan bû ku her pirsgirîkek  dihat çareserkirin. Di nava projenên jinan ku hatibûn amadekirin yekîneya  bîrîma tundiyê  û bazara keda jinan jî hebû. Ev xebat hemû hatin betalkirin.    Ji bo rêveberiya muduriyeta jinan mêr hat tayînkirin   Li gel xespkirina şaredariya bajêr, ji mudiryeta pirsgirêkên  jinan re mêrê bi navê Îsa Olmez hat tayînkirin.  Projeyên ku li dijî   tundiyê hatibûn destpêkirin, hemû hatin betalkirin. Deriyê Binevşê hat girtin. Piştî qeyûm ku saziyên piştevaniya jinan hemû hatin girtin li bajêr hejmara xwekujî û tundiyê zêde bû. Qeyyûm niha Binevş vegerendiye cihê nobedariya polîsan.