Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

  • 14:53 20 Mijdar 2018
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Sînan Zîncîr ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin danê sibehê serî li Serdozgariya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve 764 car in serlêdana parêzeran bi hincetên cuda tê redkirin.