Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin 2018-11-20 14:53:48   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Sînan Zîncîr ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin danê sibehê serî li Serdozgariya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve 764 car in serlêdana parêzeran bi hincetên cuda tê redkirin.