Li Amedê aktivîsta TJA'yê hat binçavkirin

  • 13:39 20 Mijdar 2018
  • Rojane
AMED - Aktivîsta TJA'yê Zeynep Olbeci di encama serdegirtina bi ser mala wê de hat binçavkirin. 
 
Polîsan bi ser mala Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zeynep Olbeci ya li semta Gaziler a Navçeya Kayapinara Amedê de girtin û ew binçav kirin. Polîsan Zeynebê birin Muduriyeta Emniyetê.
 
Derbarê sedema binçavkirina Zeynepte tu agahî nehat bidestxistin û Zeynepê berê jî di çarçoveya operasyona 9'ê Cotmehê ya li dijî siyasetmedar û rojnamegeran de hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan.